Erdoğan: “Pirsgirêkên me yên li Derya Sipî û Egeyê ne ew pirsgirêkin ku çareser nebin”

Erdoğan: “Pirsgirêkên me yên li Derya Sipî û Egeyê ne ew pirsgirêkin ku çareser nebin”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanistanê Miçotakis bi 10 wezîrên xwe ve bo tevlî civîna 6em ya konseya hevkariya di navbera her dû dewletan de bibin, giha Ankara, Erdoğan li ber deriyê kulliya serokkomariya pêşwaziya wan kir û paşî bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re derket ber çapemeniyê. Erdoğan got:

“Di hevdîtina bi Miçotakis re me bi samimiyet behsa tewrê xwe yê li ser pirsgirêkên Egeyê û Derya Sipî kir. Pirsgirêkên me yên li Ege û Derya Sipî bê çareserî nînin. Du welatên endamên NATO û cîran pêwiste em rêya diyalogê vekirî bihêlin. Em dikarin pirsgirêkên xwe li gor hûqûqa navdewletî çareser bikin.”

Hedefa her dû dewletan ew e ku hecma bazirganiya navbera xwe ji 7 milyar dolarî derxin 10 milyar dolarî. Erdoğan weha dewam kir:

“Ez bawerim ew arîşeyên heyî yên bi hevre têkildarin, em dikarin çareser bikin. Min bendeyên me yên têkoşîna bi terorê û sûcên organîze re bi rêzdar serokwezîr re parve kir. Di mijara kênteweyan de divê em bo mafên wan, em bi zanîna dîrokî tevbigerin. Min fikra xwe bi serokwezîr re li ser azadiya olî û perwerdê ya kêmneteweya Tirk ya li Trakyayê parvekir.”

Erdoğan ragihand ku Tirkiye û Yûnanistan bi tehdîdên pêşde diçin yên ewlehiyê û îstîqrarê re rû bi rû ne. Hewlên ewlehiyê yên Ewrûpa daye destpêkirin, cîh sitendina di nav de, wê bo berjewendiyên her dû welatan be.

Her dû lîder her weha li ser mijarên Xezzayê, pirsgirêkên herêmî axifîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin