PeyamaKurd – Li Kolombiya li herêma Norte de Santander ê êrîşê ser baregehekî leşkerî kirin û di encamê de 9 leşkerên Kolombiyayê kuştin û 8 leşkeran jî birîndar kirin. Êrîş bi topên hawanê hat kirin.
Hukumeta Kolombiya li ser mijarê daxwuyanî da û got ku gerîllayên Artêşa Rizgariya Netewî ya Marksîst (ELN) êrîşê birine ser baregeha leşkerî ya li Al Carmenê.
Êrîş piştî ku serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro bi serpereştên ELN re kiriye çêbûye û ev jî balê dikşîne ser provakasyonan. Di destê ELN ê de topên hawanê hene an na, nehat ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin