PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, fezlekeya di derbarê rakirina parêzbendiya 4 parlementeran de gihîşt Meclisa Mezin a Tirkiyeyê. Hat diyarkirin ku di nav van parlamenteran de Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî heye.
Hat diyarkirin ku li ser rakirina parêzbendiya Parlamenterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikûlû de pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hat kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber îdiaya Tanrikulu ya li dijî Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, ji ber sûcê 'bi eşkere heqaret li hêzên leşkerî û ewlekariyê yên dewletê kiriye' ji Wezareta Edaletê destûr xwestibû.
Piştî ku Wezaretê destûr da lêpirsînê, Serdozgeriya Komarê rapora ku ji bo Tanrikulu hatibû amadekirin ji Wezareta Edaletê re şand û xwest ku parêzbendiya wî ji ber sûcên 'Bi eşkere teşwîqkirina nefret û dijminatiyê li raya giştî' û 'heqareta li raya giştî' bê rakirin.
Her wiha hat diyarkirin ku wezaretê jî rapor pêşkêşî Serokatiya Sererkaniyê kir ku ji meclisê re bê şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin