PeyamaKurd - Nûnerê Mafên Mirovan di Konseya Ewropayê de Dunja Mijatovicê ragihand ku piştî rakirina Rewşa Awarte (OHAL) hîn jî li Tirkiyê proseya asayîbûnê pêk nehatiye û gumanên wan ên cidî li ser asayînebûna rewşa Tirkiyê hene.
Li gor nûçeya Euronewsê Mijatovicê di daxuyaniya nivîskî de, bal kişand ser girtina kesayetên wekî Osman Kavala ku zêdetirî salekê ye girtî ye û herwiha akademisyenên tirk ên hefteyek berê hatibûn binçavkirin bi bîr dixe û dibêje, ew girtin û binçavkirina mafparêzan matmayî bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin