Gundiyan terorîstên DAISê dorpêç kirin

Gundiyan terorîstên DAISê dorpêç kirin

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku îro li gundekî sînorê Şingalê, di navbera rûniştvanên gund û hin terorîstên DAIŞê de şer derketiye û xelkê gund terorîstên DAIŞê dorpêç kirine.

Berpirsê ofîsa rewşenbîrî û ragihandina baskê 17 yê PDKê li Şingalê Idrîs Zozanî ji medya Kurdistanê re ra daye xuyakirin ku îro 24.07.2019ê du kes ji rûniştvanên gundê Xane Şehwanya ya ser bi Şingalê çûne nêçîrê li çiya û winda bûne û rûniştvanên gund jî li pey wan herdu hemwelatiyan çûne û rastî hejmarek terorîstên DAIŞê hatine.

Idrîs Zozanî gotiye piştî encama şerê navbera hemwelatiyên wî gundî û DAIŞiyan, xelkê gund terorîstên DAIŞê dorpêç kirine û piştre jî hêzên ewlehiya Iraqê çûne cihê bûyerê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin