PeyamaKurd – Liv û tevgera rêxistina terorîst DAIŞê li ser axa Iraqê û Sûriyê di van demên dawî de her diçe zêdetir dibe ku êrîşên xwe zêde kirine û bi sedema vîrusa koronayê jî xwe ji nû ve birêxistin kirine.
Herî dawî DAIŞê li Dêrazorê êrîş bir ser kelgeha petrolê ya Hekil Omer ku di navbera wan û hêzên HSDê de şer rû da.
Li gorî zanyariyan di şerê ku qewimiye de, êrîşa terorîstên DAIŞê hatiye şikandin û DAIŞîyek jî hatiye kuştin. Herwiha 2 şervanên HSDê jî di wî şerî de birîndar bûne.
Çend roj berê jî li heman herêmên bîrên petrolê DAIŞê êrîşî hêzên HSDê kiribû û Hevpeymaniya Navdewletî jî hêzeke piştevaniyê daxistibû herêmê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin