Kurdistan | 25 kesên din ji koronayê can dan û 1823 kes jî pê ketin

Kurdistan | 25 kesên din ji koronayê can dan û 1823 kes jî pê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya îro Pêncşemê di 24 demjimêrên borî de 1823 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 25 kes jî pê wefat kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Kurdistanê de hat diyarkirin: di 24 demjimêrên borî de 1823 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 431 kes li Hewlêrê, 702 kes li Silêmaniyê, 528 kes li Duhokê, 35 kes li Helebceyê, 73 kes li Germiyanê û 54 kes li Raperînê ne.

Wezaretê da zanîn, di nav 24 demjimêran de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane ku ew jî 7 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 8 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 2 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2235 kes ji nexweşiya koronayê baş bûne.

Bi van hejmarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê 275134 kesan, ya mirinan bû 5144 kes û heta niha 223546 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin