Di depoya artêsa Kazakistanê de teqîn çêbû: 60 birîndar

Di depoya artêsa Kazakistanê de teqîn çêbû: 60 birîndar

PeyamaKurd – Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya parastinê ya Kazakistanê li başûrê welat li eyaleta Jambilê li navçeya Bayzakovê di nav depoya muhîmmatê de teqîn çêbû û di encamê de 11 leşker û bi tevahî 60 xebatkar birîndar bûn.

Bûyer siet di 19.00 ê êvarê de çêbû. Wezaret di mijara teqînê de weha ragihand:

“Li eyaleta Jambilê li navçeya Bayzakovê li nêzî depoyekî me ya leşkerî de şewat derket. Paşî bû dema teqîna hinek alavên nediyar. Ji bo vemirandina agir xebat dewam dikin.”

Li dora ciyê teqînê 3 gund hatin valakirin û 700 kes ji deverê hatin tehliyekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin