PeyamaKurd - Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ji Rojnameya Fransî Lojornal Du Dimanch ragihand ku ew dê ligel Birîtaniya ji Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bixwazin Balfirgeha Kabûlê wekî cihekî ewle were ragihandin.
Macron ji rojnameyê re gotiye, “Ewlehiya balafirgeha Kabûlê ji bo xebatên mirovî û rewşên awarte pir girîng e.”
Macron herwiha li ser mijarê daye zanîn ku xebata bi vî rengî wê ji Neteweyên Yekbûyî re zemîna xebatên awarte ku li Afganistanê tê meşandin, hêsan bike û wê zextê li Tevgera Talîbanê bike.
Çav li rê ye 5 endamên daîmî yên Encûmena Asayîşa Navdewletî Fransa, Brîtaniya, Amerîka, Rûsya û Çîn ji bo rewşa Afganistanê bicivin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin