Keseyê Mesîhî bo Macron: Li Kurdistanê rûmeta me hatiye parastin

Keseyê Mesîhî bo Macron: Li Kurdistanê rûmeta me hatiye parastin

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di çarçoveya serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de, ji Hewlêrê derbasî Mûsilê bû û serdana Dêra Saet kir ku li wir bi kesayetiyên mesîhî yên li deşta Nînowayê re civiya.

Di civînf ligel Emmanuel Macron keşeydkî mesîhî jê re got: “Ev serdana we gelekî girîng e û ez gelekî spasiya we dikim û ez weke Serokê Seqîfeya Kerkûk û Herêma Kurdistanê li vir amade me û min bav û bapîran min li vir amade bûn û ez bi xwe jî li vir ji dayik bûm û ez weke keşeyê dawîn bûm ji Mûsilêê derketim.”

Keşeyê mesîhî di berdewamê de destnîşan kir: “Ez bi tenê 300 metre ji DAIŞê dûr bûm, ew roj gelekî dijwar bûn û zehmete behsa wan rojan bikim. Lê belê ez ji xaka bav û bapîrên xwe derketim û serederiya DAIŞê ligel me gelekî dijwar bû, ev dêra nimûne ye ji bo wêrankariya hewşêweyên dêrên din ê li Mûsilê, hemû tiştek li vir hatiye kirin.”

Keşeyê mesîhî diyar kir, niha li Iraqê weke kemîne têne dîtin û her çend bûyîna kemîneyê asayî ye ji bo wan a giran penaberbûn e di nava welatê xwe de û ew spasiya Herêma Kurdistanê dikin ku Herêma Kurdistanê pêşwazî li wan kiriye û xizmet li wan kiriye.

Li ser rola Herêma Kurdistanê di parastina mesîhiyan jî de wî keşeyê mesîhî got: “Herêma Kurdistanê piştevaniya dîn û ayînên me dike. Ez xelkê Mûsilê me lê belê li Enkawa û li Herêma Kurdistanê me û Hewlêr û Enkaweyê rûmeta me parastiye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin