PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 187 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 5 kesan jî can dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser, amarên 24 saetên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser diyar kir; 187 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 97 kes li Hesekê, 47 kes li Qamişlo, 32 kes li Dêrikê, 8 kes li Amûdê, 1 kes li Tirbespiyê, 1 kes li Reqayê û 1 kes li Kampa Rojê ye.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin, gihîştiye 22831 kesan, ji wan 2012 kes baş bûne û 802 kesan jî can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin