PeyamaKurd - Parlamenterê Stenbolê yê CHPê Gursel Tekîn serdana Diyarbekirê kir û li wir civîneke rojnamevanî li dar xist.
Tekîn got “Divê ev pirsgirêka Kurd bibe pirsgirêka Tirk. Li Tirkiyê Bajarê herî mezin ê Kurdan Stenbol e.”
Gursel Tekîn li ser mijara pirsa Kurd wiha axivî: “Di dema CHPê de bi talîmata serokê me raporteke berfireh hat amadekirin. Di derbarê pisrgirêka Kurd de, dibe ku amadekariyên gelek partiyên siyasî hebin. Herî kêm em vê pirsgirêkê biaxivin. Bila partiyên siyasî ramanên xwe bibêjin. Bila daxwazên hemwelatiyên hebin. Divê ev pirsgirêk Kurd bibe pirsgirêka Tirk. Ev tenê ne pirsgirêka Kurd e, ev prisgirêka hevpar a 85 milyon welatiyên me ye. Ez di wê baweriyê de me ku çarêserkirina vê bi siyaseyê dibe. Tenê bila siyaset bi biryar be.”
Gursel Tekîn herwiha da zanîn, “Xwezî di salên 90î de dûrxistinên ji parlamentoyê nehatina kirin.”
Parlamenterê CHPê li ser mijara mafê zimanê Kurdî got, “Zmanê dayîkê wek şîrê dayîkê helal e, nîqaşa wê jî nayê kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin