Polîsan li Kerkûkê 3 mosekên ji cûreya Katyusa dîtin

Polîsan li Kerkûkê 3 mosekên ji cûreya Katyusa dîtin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Kerkûkê, 3 moşekên ji cûreya Katyuşa û hejmareke din a çek û teqemeniyan hatin dîtin.

Polîsên Federalî yên Iraqê diyar kirin, li gundê Ebdulmutelib ê ser bi qezaya Hewîce ve, 3 moşekên ji cureya Katyuşa (107 mm), 7 guleyên Hawenê hatin dîtin ku çekdarên DAIŞê bi niyaz bûn bi wan êrîşî ser polîs û artêşa Iraqê bikin.

Herwiha dan zanîn, polîsên Iraqê bi ser 3 pêgehên çekdarên DAIŞê de girtin û di encamê de dest danîn ser hejmarek ji çekên sivik û giran.

Herî dawî eşkere kirin, artêşa Iraqê Polîsê Federalî, dest bi kampînekê li dijî çekdarên DAIŞê li Kerkûkê û derdora wê kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin