PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku li gorî zanyariyan daxwaza wî ya hevdîtina ligel Serokê Amerîka Joe Biden dema civîna Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê hatibû redkirin, di Lutkeya G20an a serokên dewletan de dicive.
Li gorî zanyariyên medya Tirk, Erdogan dawiya meha Cotmeha 2021ê beşdarî Lutkeya G20an (20 welatên xwedî aboriya pêşketî) dibe û li paytexta Îtalya Romayê hevdîtineke rûbirû bi Joe Biden re pêk tîne.
Erdogan dema vegera ji New York ji ber ku daxwaza hevdîtinê nehatibû bicihkirin gotibû, “Me bi Biden re baş dest pê nekiriye”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin