Hevseroka MSDê: Me soz ji rêveberî û rayedaran wergirt Amerika wê li Rojava bimîne

Hevseroka MSDê: Me soz ji rêveberî û rayedaran wergirt Amerika wê li Rojava bimîne

PeyamaKurd – Hevseroka MSDê Îlham Ehmed, di çarçoveya serdana xwe ya Amerîkayê de beşdarî foruma Enstîtûya Washigtonê bû û diyar kir, ew amade ne bi Tirkiyê re diyalogê bikin û dijmintiyê nakin. Ehmed got, soz wergirtine ku Amerîka li Sûriyê bimîne.

Piştî vekişîna Amerîkayê ji Afganistanê, metirsiyek heye gelo senaryoyek bi vî rengî wê li Rojava û Sûriyeyê çêbibe an na.

Hevseroka Encumena Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî di nav de, şandeke Rojavayê Kurdistanê li Amerîkayê bi endamên kongreyê û rayedarên payebilind re hevdîtinên dîplomatîk pêk anîbû.

Ehmed beşdarî foruma Enstîtûya Washigtonê bû li ser serdana xwe ya Amerîkayê, polîtîkayên Amerîkayê yên li Sûriyê û geşedanên li Rojava axivî.

Di foruma ku online pêk hate de Ehmed li ser siyaseta MSDê ya serdema pêş de axivî.

Îlham Ehmed da zanîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo diyalogê bi Tirkiyê re her dem amade ye û ew dikarin hemû nakokiyên di navbera hev de li ser bingehek aştiyane û diyalogê çareser bikin.

Heseroka MSDê Ehmed xwest ku civaka navneteweyî ji bo diyalogên vekirî û berfireh ên di navbera Tirkiye û Kurdan de bikeve nava tevgerê. Ehmed diyar kir, bi vî awayî, ewlehî û aramiya demdirêj a li herêmê dê pêk were.

Ehmed eşkere kir, ew amade ne ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê bi hemû aliyan re diyalogê deynin. Herwiha Ehmed got, divê Amerîka û Rûsya hevkariyê bikin û bingeheke diyalogê bi rejîmê re peyda bikin.

Îlham Ehmed destnîşan kir, wan hevdîtinên di asta bilind de kirine û da zanîn, rayedaran gotiye ku dê Amerîka li Rojava bimîne û rewşek mîna Afganistanê dernakeve holê.

Ehmed diyar kir: “Me ji rêveberî û rayedaran soz wergirt ku hebûna Amerikayê ya li Rojava wê bidome û desteka aborî wê ji herêmê re bê dayîn.”

Herwiha Ehmed eşkere kir, hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê di pirsgirêka Sûriyeyê de hevsengiyê çêdike û ev rewş ji ya Afganistanê cuda ye.

Hevseroka MSDê Ehmed bal kişand ser polîtîkayên xwe yên li hemberî Tirkiyeyê û got: “Em wekî gelên Sûriyê, perçeyek welêt birêve dibin û dijminahiya me bi Tirkiyê re tune ye.”

Li aliyê din Îlham Ehmed da zanîn, ew dixwazin li herêmê hilbijartinekê çêkin û beşdariya hilbijartinê wê ji hemû aliyan re vekirî be.

Herwiha Ehmed got, deriyên Rêveberiya Xweser wê ji şandeya çavdêriyê ya navneteweyî re vekirî bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin