PeyamaKurd- Tîma Amedspord a Bakurê Kurdistanê, ji ber wergirtina Xelata Alîgirên Herî Baş ên Cîhanê ya FIFAyê "FIFA Fan Award", Tîma Zaxoyê bi peyamekê pîroz kir.
Amedsporê ji bo pîrozkirina Zaxosporê peyamek belav kir û tê de wiha got:
“Pîroz be Zaxo!
Em ji bo wergirtina xelata bi prestîj a "Xelata Alîgirên FIFA”yê pîrozbahiyê li alîgirên Zaxosporê dikin ku ji aliyê Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) ve hêjayî vê xelatê bûne.
Hest û yekîtiya ku we li trîbûnan nîşan dayî û wateya ku we li nirxên gerdûnî yên futbolê zêdekirî bi her awayî hêjayî xelatê ye.
Wekî civaka Amedsporê, em vê destkeftiya watedar pîroz dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin