PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser êrîşa şeva borî ya ser baregeha Tenfê ya lê bê dayîn.
CENTCOMê diyar kir ku êrîşa li ser baregehê plankirî bû, bi rêya dronan hatiye kirin û wê derbarê bûyerê de lêpirsînê bikin.
Li gorî çavkaniyên medyayî di êrîşa dronan de, 5 dronên bombebarkirî hatine bikaranîn û êrîş ji nav xaka Sûriyê hatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye, cara yekemîn e baregeha Tenfê ya hêzên hevpeymaniyê rastî êrîşeke bi vî rengî tê û heta niha ti aliyekî ew êrîş li xwe negirtiye ku cihê êrîş jê hatiye kirin dikeve bin serweriya hêzên Sûriyê û Rûsyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin