WHO: Hîn em pir dûrî bidawîhatina pandemiyê ne

WHO: Hîn em pir dûrî bidawîhatina pandemiyê ne

PeyamaKurd – Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus, di Lûtkeya Tenduristiyê ya doh li Almanyayê dest pê kir de axivî û bersiva pirsên derbarê rewşa pandemiya vîrusa koronayê de da.

Dr. Tedros li ser pirsa ‘Wê pandemî kengî bidawî were?’ got, “Bersiva min, çawa ku dinyayê bidawîbûna wê hilbijart wê bidawî were.”

Tedros wiha pê de çû: “Ev di destê me de ye. Em xwedî hemû amûrên pêwîst in, amûrên tenduristiya gel û amûrên bibandor ên tenduristiyê. Lê belê dinyayê ev amûr wekî tê xwestin bikar neanî. Di hefteyekê de bi 50 hezar dozan pandemî ji bidawîbûnê pir dûr e. Wekî hûn dizanin me hedefek danîbû ku heta dawiya îsal li her welatekî rêjeya derzîlêdanê bigihîje ji sedî 40î.”

Dîrektorê WHOyê daxwaz ji welatên zilhêz û dewlemend kir ku dora derzîyên koronayê bidin welatên hejar, lewra tenê bi vî awayî dikarin ji heqî pandemiyê derbikevin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin