THY seferên Sûdanê betal kir

THY seferên Sûdanê betal kir

PeyamaKurd – Bi sedema qewimandinên li Sûdanê yên li payîtext Hartûmê, şîrketa balafiran ya Tirkiyê THY seferên ji bo Sûdanê yên sibê û yên di peyde jî betal kir.

Li Sûdanê, di 25 ê siba cotmehê de serokwezîr Abdullah Hamduk û gelek siyasetmedarên din hatibûn desteserkirin. Wezareta ragihandinê ragihandibû ku bi sedema serokwezîr derbê red kiriye, wî birine ciyekî ne diyar. Artêşa Sûdanê li gelek deveran elektrîk û înternetê birîbûn, avêtibûn ser radyo televîzyone û xebatkarên wan desteser kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin