Hinek seferên bo Sûdanê hatin betalkirin

Hinek seferên bo Sûdanê hatin betalkirin

PeyamaKurd- Şer û pevçûnên li Sûdanê bûn sedema ku hinek seferên bo payîtext Hartûma Sûdanê hatin betalkirin. Şîreketên seferan yên Misrê û Emaratan, bi sedema şer û pevçûnên navbera artêşa Sûdanê û xwepêşandêran ku li ber barageha giştî dewam dike û artêş mudaxeleyê wan kiriye, seferên xwe betal kirin.

Şîrketa hewayî ya Misrê EgyptAir bi awayeka nivîskî ragihand ku seferên balafiran yên îro ji Qahîre bo Hartûmê betal kiriye. Şîrketa Emarates jî ragihand ku 2 seferên navbera Dubaî û Hartûmê betal kirine. Her dû şîrket pêşdeçûnên li Sûdanê dişopînin û biryarên xwe li gor halê Sûdanê didin.

Li Sûdane ev salek û nîve ku di navbera xwepêşandêr û konseya rêvebir ya Sûdanê de pirsgirêk dewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin