PeyamaKurd – Ji 6 zarokên cêwî yên doh 26ê Cotmehê li nexweşxaneyeke Hewlêrê bi hev re hatibûn dinê, didu ji wan jiyana xwe ji dest dan.
Doh 26ê Cotmehê Bijîşkên Kurdistanê li ser rûpela xwe belav kiribûn ku Ragihandina Nexweşxaneya Jinan û Jidayîkbûnê ya Hewlêrê diyar kiriye; 6 zarok bi awayekî siruştî û bi 24-25 hefteyî jidayîk bûne û 5 kur û keçek e.
Hat zanîn ku ji ber ku zarok zûtir ji dema xwe hatibûn dinyayê, rewşa wan a tenduristî xera bûye û îro danê sibehê jî didu ji wan zarokên cêwî can dane.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihandibû ku wî biryar daye alîkariya wê malbatê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin