Soylu: Ti kesî nekarîye tiliya xwe bihejîne û ji min re bêje ‘Ev der Kurdistan e’

Soylu: Ti kesî nekarîye tiliya xwe bihejîne û ji min re bêje ‘Ev der Kurdistan e’

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, li ser dîyaloga welatiyê Kurd Cemîl Taşkesen a ‘Ev der Kurdistan e û tê înkarkirin’ a bi Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener re bertek nîşan da û got, “Dema em li nav gel digeriyan, ti kesî nekarî tiliyê ji me re bihejîne û bêjê, ‘ev der filan de re, ev der Kurdistan e’.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, roja Pêncşema borî li serdana Sêrtê ya navçeya Misircê li nav bazara bajêr geriyabû û di dema serdanê de welatiyê Kurd ê bi navê Cemîl Taşkesen jê re gotibû: “Em Kurd in, zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”

Piştî wê dîyalogê jî Cemîl Taşkesen hatibû binçavkirin û piştre jî li ser bertekên raya giştî ya Kurd hatibû berdan û dîsa gotinên xwe yên xwedîderketina li Kurdistanê dubare kiribûn.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu doh 30yê Cotmehê li bajarê Tokat ê Tirkiyê di civîna şewrê ya AKPê de, rexne li Meral Akşener girt ku hiştiye Cemil Taşkesen biaxive û got ku wî di rojên dawiya heftiyê de dema serdana Colemêrg û Dêrsimê kiriye, çûye nava welatiyan, di dema vegerê de ti kesekî tiliya xwe li wî bilind nekiriye û nikarîbûye jê re bêjin ev der filan cih e yan jî ev der Kurdistan e.

Soylu got: “Meral xanim diçe Sêrtê. Li wê derê jê re dibêjin; Tu çima hatiye vê derê? Ev der Kurdistan e?! Baş e min tiştekî xirab negotiye, min got tu 6-7 mehan wezîra navxwe bûyî. Ew serdem baş tê bîra min, Wezîra Navxwe ya stajyer bûyî. Vêca li wir giliyê min dike û dibêje wezîrê navxwe wiha ji min re got. Tu hostayî, tu hosteya semakirinê yî di navbera PKK û HDPê de. Dengê xwe dernaxî. Nikarî bibêjî ji ber yekîtiya vî welatî çawa axaftineke wiha dikî? Nikarî bibêjî tu çawa wiha tevdigerî? Herwek çawa nikarî ji wan balyozan re bibêjî sînorê xwe bizanin, bi heman awayî doh li beramber wî kesê êrîşî yekîtiya vî welatî kir, lal bûyî lal! Bêdeng bûyî û nikarî tiştekî bibêjî, çima? Hesabê hevpeymaniyekê dikî bo sala 2023ê."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin