Sedr Desteya Bilind a Cîhadî hilwdiwesîne û milîsên Tevgera Sedr ji nû ve birêxistin dike

Sedr Desteya Bilind a Cîhadî hilwdiwesîne û milîsên Tevgera Sedr ji nû ve birêxistin dike

PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr, fermana hilweşandina desteya bilind a cîhadî ya Tevgera Sedr da û biryar da milîsên Seraya Selam ji nû ve bên birêxistin kirin.

Di daxuyaniya Sedr ya di çapemeniya Iraqê de hatiye belav kirin de, Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr dibêje, wan lijneyek ji bo rastkirina milîsên Seraya Selam li bajarokê Samera ya parêzgeha Selahedînê pêk aniye û karûbarên eqîdeyî, exlaqî, cîhadî, ewlehî û îstixbarata milîsên Seraya Selam têne birêxistin kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, bi biryara Muqteda Sedr desteya bilind a cîhadî ya Tevgera Sedr tê hilweşandin û lijneya nû dê cîhê wê bigre.

Hêjayî gotinê ye, di dawiya meha borî de Muqteda Sedr biryara daxistina binkeyên milîsên Seraya Selam ên li parêzgeha Kerkûkê dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin