PENTAGON: Ji bilî serê DAISê ti hevpeymaniyeke me bi HSDê re nîne

PENTAGON: Ji bilî serê DAISê ti hevpeymaniyeke me bi HSDê re nîne

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Amerîkayê (PENTAGON) ragihand ku hemahengî û hevkariya Amerîkayê ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê tenê ji bo rûbirûbûna şerê li dijî terorîstên DAIŞê ye û ti hevpeymaniyeke wan a din bi HSDê re nîne.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê John Kirby, di civîneke rojnemevanî de eşkere kir ku metirsiya DAIŞê hîn jî li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê berdewam dike.

John Kirby da zanîn, hemahengî û hevkariya Amerîkayê ya ji bo HSDê tenê ji bo rûbirûbûna li dijî terorîstên DAIŞê ye û ji wê zêdetir hîç hevpeymaniyeke wan ligel HSDê tune ye.

Berdevkê PENTAGONê John Kirby bal kişand ser ku heta metirsiya DAIŞê hebe ew dê ligel HSDê kar bikin û wê hevkarî û hevpeymaniya wan ligel HSDê berdewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin