Bajarên Bakurê Kurdistanê bi befrê xemilîn

Bajarên Bakurê Kurdistanê bi befrê xemilîn

PeyamaKurd – Li bajarên Serhedê Qers, Erzerom û Erdexanê û li bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê yekem berfa salê bariya û ew bajar bi berfê xemilîn.

Hat ragihandin ku li hin herêmên barîna berfê bandor kiriye stûrbûna berfê ya li ser erdê 10 santîmetreyan derbas kiriye.

Li Qersê û Erdexanê barîna berfê ji doh ve berdewam e û bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan jî dike.

Navçeya Kanîreş a ser bi parêzgeha Çewligê jî bi berfê spî bûye û kolanên bajêr bi barîna berfê ya ku li navçeyê nîvê şevê dest pê kir, spî bûn.

Tîmên şaredariyê ji bo di trafîkê de pirsgirêk dernekevin tedbîr wergirtine ku li navçeyê stûrbûna berfê li herêmên bilind gihîştiye 10 santîmetreyan.

Li Erzeromê jî berfê ji doh ve destpê kiriye û bi beyaniyê re berfa li ser erdê zêde bûye ku navenda bajêr û herêmên bilind bi berfê spî bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin