PeyamaKurd – Mercên dayîna vîzeyê ji bo Umreyê, ji aliyê Erebistana Siûdî tên guhertin û di çarçoveya wê de Wezareta Hec û Umreyê li Siûdiyê bi daxuyaniyekê diyar kir: ‘‘Ew kesên bi vîzeya Umreyê serdana Siûdiyê bikin, eger derziyên wergirtibin li Siûdiyê cîhê baweriyê be, wê demê dikarin dest bi bicîhanîna erkên Umreyê bikin.’’
Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: ‘‘Ew kesên bi vîzeya Umre serdana wî welatî dikin, eger derzî wergirtibin û ew derzî ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî ve hatibe pejirandin û cîhê baweriyê be, wê demê dema hatin wê 48 saetan bên karantînakirin û piştî wê jî testa vîrusa Koronayê wê ji wan re bê kirin û eger encam negatîf bû, wê demê wê rê ji wan re bê dayîn ku erkên xwe yên Umreyê bi cîh bînin.
Wezareta Hec û Umre ya Siûdiyê hemû Mislimanên dixwazin bi armanca Umreyê serdana wî welatî bikin agahdar kir, bêyî wergirtina her du derziyên Koronayê vîzeyê nade tu kesî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin