PeyamaKurd - Li Azerbaycanê helîkopterekeke leşkerî ya artêşa Azerbaycanê ket.
Wezareta Berevaniya Azerbaycanê ragihandiye, îro 30yê Mijdarê danê sibê li devera Garaheybet li herêma Hizi ya Azerbaycanê helîkoptereke leşkerî dema xebatên perwerdehiyê ketiye xwar.
Hat eşkere kirin ku di qezaya helîkopterê de 14 leşker û efserên Azerbaycanê mirine û 2 leşker jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin