Brîtanyayê ji bo girtîgehên DAISiyan yên li Rojavayê Kurdistanê 20 milyon dolar terxan kir

Brîtanyayê ji bo girtîgehên DAISiyan yên li Rojavayê Kurdistanê 20 milyon dolar terxan kir

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku hikûmeta Brîtanyayê 20 milyon dolar ji bo başkirina rewşa girtîgehên HSDê terxan kiriye ku di wan girtîgehan de zarok û malbatên DAIŞê yên Brîtanî jî dimînin.

Rojnameya Telegraph a Brîtanî belav kiriye, hikûmeta Brîtanyayê 20 milyon dolar ji bo başkirina rewşa girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ên li Rojavayê Kurdistanê terxan kiriye ku zarokên kesûkarên DAIŞê yên Brîtanî di wan de dimînin.

Rojnameyê daye zanîn ku hikûmeta Brîtanyayê hejmareke zarokên DAIŞê yên Brîtanî ji Sûriyê vegerandine, lê hê jî nêzîkî 60 zarok mane.

Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY), niha bi kêmanî 700 zarokên DAIŞê û dibe zêdetir jî di girtîgehên HSDê de bê tomet girtî mane.

Rêxistina Maf û Asayîşa Nandewletî (RSI ) di raporeke xwe de eşkere kiriye ku niha 12 hezar zarok û jin ên malbatên DAIŞê di kampên Hol û Roj ên li Rojavayê Kurdistanê de dimînin û ji %70ê wan zarokan temenê wan di navbera 5 û 12 salan de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin