Tirkiye û Ermenistan dest bi gavên dualî dikin

Tirkiye û Ermenistan dest bi gavên dualî dikin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu do Duşemê diyar kir, Tirkiye û Ermenistan wê gavên dualî bavêjin ku pêwendiyan normal bikin.

Çavuşoglu da zanîn, ew ê nûnerên xwe bişînin her du paytaxtan û firînên navbera Stenbol û Yerevanê jî di demeke nêzîk de destpê bikin.

Ermenistan û Tirkiyê, di sala 2009an de peymana aştîyê îmza kiribûn ku pêwendiyên xwe ji nû ve destpê bikin û sînorên xwe yên hevbeş vekin, lê ew peyman ti car bi cîh nehatibû.

Di dema şerê Nagorno-Qarabaxê de, Enqerê piştgiriya Azerbaycanê kiribû û Yerevan bi dagirkirina axa Azerbaycanê tawanbar kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin