PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê di nav vê hefteyê de, li başûrê Sûrîyê dronek xistiye xwarê.
Li gorî ragihandina ajansa Reutersê balafireke şer ya Brîtanyayê, dronek li nêzî baregeha leşkerên Amerîkayê Tanfê xistiye xwar ku cîhekî stratejîk yê li sînorê Îraq û Urdunê ye.
Tanf tekane bingeha Amerîkî ya li başûrê Sûrîyê ye ku li bakur kontrol di destê Kurdan de ye.
Wezareta Berevanî ya Brîtanya ragihand ku firokeke cengê ‘’droneke dijminan ya gef çêdikirine’’ xistiye xwarê.
Fermandarîya Navendî ya Amerîka jî eşkere kir ku roja Sêşemê du drone ketine herêma baregehê û dîyar kir, yek ji wan dema nêzî baregehê bûye hatiye xistin.
Herwiha hatiye gotin ku bi dronan ti zarara madî çênebûye, lê nehatiye eşkere kirin bê dronên kîjan welatî ne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha jî milîsên bi ser Îranê ve li rojhilatê Sûrîyê û Îraqê bi dronan û moşekan êrîş biribûn ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin