PeyamaKurd – HSDê bi daxuyaniyekê diyar kir: “Nûçeyên çekdarên Tirkiyê parve kirine û dibêjin şervanên me êrîşî Cerablusê kirine, derew in .”
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên çekdarên Tirkiyê da û diyar kir ku ev îdia derew in.
Li gor daxuyaniya HSDê: “Malper û rûpelên ser bi komên çete yên dewleta Tirk a dagirker ve, nûçe belav kirin. Tê de dibêjin ku hêzên me derdora bajarê Cerablusê yê dagirkirî bi hawnan topbaran kirin. Ev nûçe derew in. Hêzên me bi tu awayan herêma navborî topbaran nekiriye.”
Navenda Ragihandinê ya HSDê destnîşan kir, armanc ji belavkirina van nûçeyên derew, xapandina raya giştî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin