PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Duşemê 12ê Kanûnê li paytexta Afganistan Kabûlê di mêvanxaneyeke ku karsazên ji Çînê tê de diman teqîneke mezin çêbû.
Li gorî zanyariyên medya cîhanî teqîn li taxeke Kabûlê di nav mêvanxaneya ku karsazên ji Çînê lê bi cih bûbûn rû daye û piştre jî dengê guleyan hatiye bihîstin.
Çavkaniyên medyayî dane xuyakirin ku piştî teqîna li mêvanxaneyê çekdaran gule li avahiyê reşandine û hewl dane bi ser de bigirin.
Li gorî nûçeya El Hurayê jî komeke çekdar êrîşî hotêlekê li kolana Burc Şehr a Kabûlê kirine, lê derbarê ziyanên canî de ti agahî nehatine belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin