Rusyayê, pêwendiya 77 salan a bi wî welatî re qut kir

Rusyayê, pêwendiya 77 salan a bi wî welatî re qut kir

PeyamaKurd- Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Andrey Rudenko ragihand ku piştî 77 salan, wan pêwendiyên xwe yên peymanî yên bi Japonyayê re qut kiriye.

Andrey Rudenko, di forumeke navneteweyî ya ji bo Karûbarên Asyayê de axivî û diyar kir ku di şert û mercên heyî de ne pêkan e ku bi Japonyayê re muzakereyên peymana aştiyê ji nû ve bên destpêkirin.

Rudenko bal kişand ser hevdîtinên peymana aştiyê yên ligel Japonyayê û got,

"Siyaseta hikûmeta niha ya Japonyayê ne tenê hevdîtinên peymana aştiyê, gelek proje û peymanên din ên ku di hişê me de ne jî dike ku ne pêkan bibe ji nû ve dest pê bikin.”

Cîgirê Wezîrê Kerên Derve Rudenko, bal kişand ser wê yekê ku helwesta Moskovayê dê bi gavên Tokyoyê diyar bibe û got, "Em ê li bendê bin ku rewş biguhere û paşê em ê bifikirinbê  ka em ê çi bikin."

Her wiha di meha adarê de ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rusyayê ve hatibû ragihandin ku dan û stendinên peymana aştiyê yên piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, dê bi Japonyayê re bên rawestandin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin