Lîtvanyayê bi Amerîkayê re peymana HIMARS îmze kir!

Lîtvanyayê bi Amerîkayê re peymana HIMARS îmze kir!

PeyamaKurd Di dema ku şer û aloziya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de berdewam dikir, Lîtvanya ji bo çekên nû yên berevaniyê bi Amerîkayê re peymanek çêkir.

Wezîrê Parastinê yê Lîtvanya Arvydas Anusauskas daxuyaniyek da û diyar kir, welatê wî bi Amerîkayê re ji bo kirîna 8 Pergalên Roketên Topavêj ên Bi Performansa Bilind (HIMARS) peyman îmze kiriye.

Wezîrê Parastinê yê Lîtvanya Arvydas Anusauskas bi hevtayê xwe yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Lloyd Austin re li ser peymanê axivî.

"Ji bo 8 HIMARS bi Amerîkayê re peyman hatin îmze kir"

Wezîr Anusauskas beriya civînê ev daxuyanî da:

"Ez bi kêfxweşî radigihînim ku me ji bo wergirtina 8 lancerên HIMARS ji Amerîkayê peyman îmze kir. Ev ji bo hêzên me yên çekdar gavek mezin e. Ev pergala nû wê şiyanên neteweyî û herêmî yên welatê me bi rengekî berbiçav zêde bike."

Wekî din, Wezîr Anusauskas di axaftinên xwe de diyar kir, ew pêşwazî li biryara Amerîkayê ya ji bo domandina hebûna xwe ya leşkerî li Lîtvanyayê dikin.

Herwiha Pentagonê heta niha derbarê girêbestê de daxuyaniyeke fermî nedaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin