Amerîkayê, wî welatî ji bernameya bazirganiyê derxist

Amerîkayê, wî welatî ji bernameya bazirganiyê derxist

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên çapemeniya Amerîkayê, Burkina Faso ya ku di 30 Îlonê de artêşê dest dabû ser rêveberiya wê, ji Zagona Derfet û Mezinbûnê ya Efrîkayê derxistiye.

Hat diyarkirin ku Burkina Faso ji ber ku di pêşveçûna hiqûqê de bi ser neketiye, ji 1ê Rêbendanê pê ve ji Bernameya Zagona Derfet û Mezinbûnê ya Efrîkayê hatiye derxistin.

Hat eşkerekirin ku ji bo Burkina Faso car din tevlî bernameyê bê kirin, dê bê şopandin bê ka şert û mercên bernameyê bi cih tîne yan na û xwe di van şert û mercan de pêşve dibe yan na.

Bernameya navborî, derfetê dide 38 welatên Efrîkayê ku ligel Amerîkayê bê gumruk bazirganiyê bike. Her wiha welatên ku bixwazin ji vê bernameyê sudê werbigirin, divê hin şertên wekî mafên mirovan, serdestiya hiqûqê û demokrasiya piralî bi cih bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin