PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamekî belav kir û di peyama xwe de cejna Kurdên Kakeî ya bi navê ‘Yaranî Qewltas’ê ya olî pîroz kir. Peyama serokwezîr Mesrûr Barzanî wehaye:
“Bi sedema cenja ‘Yaranî Qewltas’, ez cejnê li temamê birayên xwe yên Kakeî yên li Kurdistanê, Iraqê û temamê dinyayê ji dil û can pîroz dikim. Hêvîdarim ku cejn, di nav xweşî û aramiyê de derbas bikin.
Bi vê wesîlê dixwazim bêjim ku Kakeî perçeyekî ji xelkê eslî yên Kurd û Kurdistanê ne. Di têkoşîna xelkê Kurdistanê de bedelên mezin dane û dixwazim rola wan bi rêz bibîr bînim. Divê bê zanîn ku wê mafên Kakeiyan û temamê pêkhateyên Kurdistanê bên parastin.
Bila cejna Yaranî Qewltas pîroz be û her daîmî be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin