Terefdarên PKK ê li Stockholmê çalakî kirin û Tirkiye bertek nîsan da

Terefdarên PKK ê li Stockholmê çalakî kirin û Tirkiye bertek nîsan da

PeyamaKurd – Li welatê Îsveçê li payîtext Stockholmê terefdarên PKK ê vê carê di xwepêşandanê de serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan xistin hedefa xwe. Li ser mijarê wezareta karên derve ya Tirkiyê bûyerê protesto kir û weha got:

“Di nav bajêr de grûbên bi ser PKK ê ve li hemberê welatê me propoganda kirine û ji ber îznê dane ku çalakiyê bikin, em dayîna wê îznê bi tundî şermezar dikin.”

Li payîtext Stockholmê li meydana Norra Bantorget destekvanên PKK ê civiyan û li hemberê dewleta Tirkiyê û serokê wê Tayip Erdoğan çalakiyan kirin û hem heman grûb naxwaze ku Îsveç bibe endamê NATO yê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin