Kristersson: Ji bo gelek kesan sewitandina pirtûkên pîroz bêrêzîyeke mezin e

Kristersson: Ji bo gelek kesan sewitandina pirtûkên pîroz bêrêzîyeke mezin e

PeyamaKurd – Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, li ser şewitandina Qûranê li ber balyozxaneya Tirkiye ya Stockholmê ji aliyê siyasetmedarê nijadperest ê Denmarkî Rasmus Paludan ve, bertek nîşan da.

Ulf Kristersson got: “Ji bo gelek kesan şewitandina pirtûkên pîroz bêrêziyeke mezin e.”

Di parvekirina ser Twitterê ya Serokwezîrê Swêdê de hatiye gotin: "Derbirina azadiya ramanê parçeyekî bingehîn ê demokrasiyê ye. Lê nerast e her tiştê ku yasayî be bê kirin. Ji bo gelek kesan şewitandina pirtûkên pîroz bêrêziyeke mezin e. Ez sempatiya digihînim hemû misilmanên ji bûyera Stockholmê aciz bûne re.”

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom, şewitandina Qûranê wekî provokasyoneke îslamofobîk nirxand û got ku her çiqas ew piştevaniya wê çalakiyê nakin jî Swêd xwedî demokrasiyeke mezin a derbirina azad e.

Li gorî ajansa Reutersê welatiyê Swêdê Paludan, beriya niha jî gelek caran çalakiyên şewitandina Qûranê kirine û destûra vê çalakiya dawî jî hinceta çalakiyeke dijî Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan wergirtiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin