Helîkoptera leskerî ket û 3 kes mirin

Helîkoptera leskerî ket û 3 kes mirin

PeyamaKurd – Helîkoptera aîdê artêşa Cezayîrê ya tîpa MI-171 li derveyê bajarê Ayn Deflayê ket û di encamê de 3 kes mirin. Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya nivîskî ya Cezayîrê; helîkopter li bajarê Ayn Deflayê li devera El Atafê di wexta bernama perwerdê de ketiye.

Her sê kesên ku mirine leşkerin lê di hûrahiya mijarê de ti agahî nehat dayîn. Serokerkanê Cezayîrê jî di daxwuyaniya xwe de ji malbatên can dayîyan re sersaxiyê xwestiye û ji bo bûyerê xwestiye lêpirsîn destpêbike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin