PeyamaKurd- Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Berevaniya Danîmarkayê Jakob Ellemann-Jensen, bi rêya hevpeyvînekê ragihand ku divê jin bikaribin beşdarî Hêzên Çekdar ên Denmarkê bibin.
Jensen, di hevpeyvîna xwe ya ku bi TV2 re kir de diyar kir ku êdî Denmark nikare xwe bispêre xwebexşan û eşkere kir ku divê her kes, jin jî di nav de ji bo leşkeriya neçar bibin da ku hejmara artêşa Denmarkê bê zêdekirin.
Wezîrê Denmarkî da zanîn ku tevlîbûna jinan a artêşê, dê ji bo pêşwazîkirina hewcedariyên welêt ên NATOyê bibe alîkar û dê hebûna jinan, ji bo artêşê jî sûdewar be. Wezîr diyar kir ku Denmark li hember Rusyayê bi dijminekî hevpar re rû bi rû ye ku ew îdia dike ku heger li Ukraynayê bi ser bikeve, dê li dijî Ewropayê şer bike.
Ellemann-Jensen got ku “Zagonên heyî yên Denmarkê, rê didin hemû zilamên ku ji 18 salî mezintir bin, eşkeriyê bikin û xizmet bi gelemperî di navbera çar û 12 mehan de dewam bike.”
Di rewşa niha ya Denmarkê de jin dikarin bi dildarî tevlî artêşê bibin û zilam jî dema ku bi rêbaza pişkê werin bangkirin, li gorî yasayê herî zêde 4 mehan leşkeriyê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin