PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Hec û Umreyê ya Iraqê, bi daxuyaniyekê hejmara heciyên Kurdistan û Iraqê yên çûne Erebistana Siûdî eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê, ji destpêka werza Umreyê heta niha 182 hezar û 152 heciyên Iraq û Herêma Kurdistanê serdana Erebistana Siûdiyê kirine ku ji van 85 hezar û 572 bi rêya hewayî û 96 hezar û 580 kes jî bi rêya bejahî çûne Erebistana Siûdî.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku (10 hezar û 214) heciyên Umreyê bi rêya balafirgeha Hewlêrê, (770) heciyên Umreyê bi rêya balafirgeha Silêmaniyê, (53 hezar û 808) heciyên Umreyê bi rêya balafirgeha Bexdayê, (13 hezar û 156) heciyên Umreyê bi rêya balafirgeha Necefê, 6,236 hecî bi rêya balafirgeha Besrayê û 1368 hecî jî bi rêya balafirgeha Kerkûkê derbasî Erebistana Siûdî bûne.
Herwiha hat diyarkirin ku 96,580 heciyên bajarên din ên Iraqê jî ji bo Umreyê bi otomobîlan serdana Erebistana Siûdî kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin