Li 10 bajaran ji bo 3 mehan Rewsa Awarte hat ragihandin

Li 10 bajaran ji bo 3 mehan Rewsa Awarte hat ragihandin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ji ber erdhejê li 10 bajarên bandoreke mezin li wan bûye ji bo 3 mehan Rewşa Awarte hatiye ragihandin.

Erdogan di civîneke rojnamevanî ya li Enqereyê de got, li bajarên Mereş, Kilîs, Diyarbekir, Edene, Osmaniye, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî û Hatayê ku ketine bin bandora erdhejê, Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin.

Erdogan got ku hejmara mirinên erdhejê gihîştiye 3549 kesan û 22 hezar û 168 kes jî birîndar in û bi hezaran welatî jî hatine rizgarkirin.

Herwiha Serokomarê Tirkiyeyê, herwiha ji bo yên di mijara hawarçûna erdhejê de rexneyan li hikûmeta wî digirin jî diyar kir ku ew dê wan li cihekî binivîsin û piştre bersiva wan bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin