Li girtîgeha Hatayê serhildan: Kustî û birîndar hene

Li girtîgeha Hatayê serhildan: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd –  Hat ragihandin ku li girtîgeha Hatayê ya ji ber erdhejên li Mereşê wêran bûbû, serhildan derket û îsyan bi awayekî xwînî hat tepisandin.

Li gorî daxuyaniyeke fermî ya ku derketiye 3 girtî hatine kuştin û 9 jî birîndar bûne. Rayedarekî girtîgehê serhildan piştrast kir, lê hejmara mirî û birîndaran negot.

Herwiha li gorî agahiyên ku Dîkenê bi dest xistine, do danê nîvro li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Hatayê nêzî 250 kesî qawîşên li du blokên cuda yên ku mehkûm û girtî lê diman, şewitandin.

Li ser daxwaza midûriyeta girtîgehê, personelên Fermandariya Cendirmeyan a Girtîgeha Yayladagiyê midaxeleyî aloziyê kirin.

Piştî ku serhildan û agir belav bû, hêz hatin şandin.

Di dema pevçûnan de 12 kes birîndar bûn. Ji birîndarên ku sewqî Nexweşxaneya Mustafa Kemal Ataturk a Hatayê hatin kirin 3 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên berpirsê girtîgehê, rewşa dawî wiha ye: “Hemû girtî û mehkûm dest bi veguhestinê kirine. Li ber girtîgehê gelek otobus hene. Gelek otobus ji vir derdikevin. Ji girtîgehê dûman bilind dibe, lê agir jê nayê.”

Girtîgeh li Taxa Yukariokçular a navçeya Yayladagê ye. 20 kîlometre dûrî navenda bajêr e. Kapasîteya wê 1000 kes e.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin