Fransayê, nexwesxaneyên meydanî sandin Semsûrê

Fransayê, nexwesxaneyên meydanî sandin Semsûrê

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, rayedarên Fransayê, ji bo mexdûrên erdheja ku navenda wê li Mereşê bû û bandora xwe li bajarên bakur û Suriyeyê her wiha li Rojava kir, nexweşxaneya meydanî şand Semsûrê.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkrekirin ku ji bo birîndarên ji bin kavilan tên derxistin, werin dermankirin, ji aliyê Fransayê ve nexweşxaneya meydanî li Semsûrê hat danîn û di van nexweşxaneyan de xizmeta pizîşkî tê kirin.

Hat ragihandin ku 87 personelên tenduristiyê jî hatine nexweşxaneya meydanî ya bi navê ESCRIMê û dest bi amadekariyan kirine.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Fransayê, hat diyarkirin ku nexweşxaneya meydanî ya balafira kargoyê ya ku li Dîlokê dadikeve, dê li Semsûrê bê avakirin û rojane dê ji 100 nexweşan re xizmetê bike. Di daxuyaniyê de hat gotin ku

"Tîmên Navenda Qeyran û Piştevaniyê ya Ewropayê û Wezareta Karên Derve (CDCS) li ser kar in .Balyozxaneya Fransayê ya li Tirkiyeyê ragihand ku 87 personelên tenduristiyê, ji bo li nexweşxaneya meydanî bixebitin hatine.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin