PeyamaKurd- Servîsa îstîxbarata derve ya Rusyayê îdia kir ku Amerîkayê 60 milîtan hilbijartiye ku li Rusyayê û Welatên Hevbeş ên Serbixwe, êrîşên terorî bikin.
Ji aliyê Servîsa Îstîxbarata Derve ya Rusyayê îdia kir ku Amerîkayê 60 milîtan hilbijartiye ku li Rusyayê û Yekîtiya Dewletên Serbixwe êrîşên terorê pêk bînin.
Di daxuyaniya îstîxbaratê de hat gotin ku "Li gorî agahiyên pêbawer, leşkerên Amerîkî bi awayekî çalak ji komên cîhadîst ên girêdayî IŞÎD û El Qaîdeyê, ji bo êrîşên terorîstî li Rusya û Welatên Hevbeş ên Serbixwe pêk bînin, çekdaran werdigirin.”
Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku ev çekdar li baregeha Tanif a Amerîkayê ya li Suriyeyê hatine perwerdekirin û tê plankirin ku di demeke kurt de bi komên biçûk bên şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin