Harris: Ez ê guvasa çekan li Îsraîlê nesepînim

Harris: Ez ê guvasa çekan li Îsraîlê nesepînim

PeyamaKurd - Li DYAyê, namzeda Demokratan a serokatiyê Kamala Harris di yekemîn hevpeyvîna xwe ya piştî namzediyê de, diyar kir ku eger ew bibe seroka DYAyê, ew ê guvaşa çekan li ser Îsraîlê nesepîne.

Harrisê her wiha ji bo Xezzeyê banga agirbestê kir

Ji bo hilbijartinên serokatiyê yên ku wê di 5ê Mijdarê de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bên kirin êdî roj têne hejmartin.

Namzeda Demokrat a serokatiyê Kamala Harris û namzedê cîgirê serokê Tim Walz piştî ku namzediya wan eşkere bû yekem hevpeyivînên xwe ji CNN re kirin.

Harrisê di axaftina xwe ya li Kongreya Partiya Demokrat de ji polîtîkaya navxweyî heta aboriyê, ji ewlehiya sînor heta polîtîkaya Îsraîlê, li ser gelek mijaran pirsan bersivand.

Guvaşa çekan a li ser Îsraîlê ne di rojeva Harrisê de ye

Di beşa siyaseta derve ya hevpeyvînê de, li ser pirsa "Ji serokê niha yê DYAyê Joe Biden cudatir wê di derbarê pêwendiyên DYA û Îsraîlê û rewşa awarte ya mirovî ya li Xezzeyê de wê çi bike?" Harrisê di bersiva xwe de bi bîr xist ku di hêrişên 7ê Cotmehê de çi qewimîbûn û got: "Em ê rêzgirtina li mafê parastinê yê Îsraîlê bidomînin û helwesta me ya di vê mijarê de zelal e. Ez ê zelal bibêjim, pabendbûna min bi parastina Îsraîlê û şiyana wê ya ji bo parastina xwe bêhêvî û mîsoger e. Ev yek nayê guhertin. Lê belê em niha pêşekiyê didin peymana agirbestê."

Piştî ku pêşkêşvanê bernameyê bi bîr xist ku beşek ji nav Partiya Demokrat bi tundî daxwaza guvaşa çekan a li ser Îsraîlê dike û pirsî: "Gelo di vê polîtîkaya çekan de wê ti guhertin çêbibin?" Kamala Harrisê piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê dubare kir û got: "Divê em niha peymana agirbestê temam bikin. Divê ev şer bi dawî bibe. Divê em peymanê temam bikin û dîl û girtiyan serbest bikin."

"Kesekî ji partiya Komarparêz jî dikare di kabîneya min de cih bigire"

Ji aliyê din ve Kamala Harrisê, li ser pirsekê, diyar kir ku ew dikare di kabîneya xwe de cih bide kesekî ji partiya Komarparêz jî û got: "Em ji vê yekê re vekirî ne. Bi raya min ev rêbaz wê di berjewendiya raya giştî ya DYAyê de be ku Komarparêzek bibe yek ji endamên kabîneya min. Di vê mijarê de em ji ramanên cûda re vekirî ne."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin