Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku depoyên çekan û rampayên fûzeyan bûn hedef û wiha hate gotin: "Rêxistina terorê ya Hizbullahê, bi armanca zirarê bide Îsraîlê, hewlên xwe yên ji bo jinûve avakirina binesaziya terorê ya li başûrê Lubnanê didomîne."
Hate gotin ku çalakiyên Hizbullahê yên li herêmê tê wateya binpêkirina peymana navbera Îsraîl û Lubnanê. Herwiha hate teqezkirin ku artêşa Îsraîlê dê ji bo rakirina her cure gefên li ser Îsraîl û welatiyên wê, çalakiyên xwe bidomîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin