PeyamaKurd - Namzedê HDPê bo serokkomariya Tirkiyê Selaheddîn Demîrtaş, ji ber gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû “Terorîst” serî li dadê da lê hat redkirin.
Mehkemeyê di danişîna ewil de bi du kelîmeyan doza Demîrtaş ku li ser Erdogan tomar kiribû, red kir.
Di 8ê Tîrmehê de Erdogan ji Demîrtaş re gotibû terorîst, ji bo vê yekê Demîrtaş li dadgeha Diyarbekirê giliyê yasayî li ser Erdogan tomar kir, daxwaz kiribû bi qasî wan kesên deng dane Demîrtaş Erdogan qerebûya darayî bo Demîrtaş.
Hêjayî gotinê ye ku di nava heman heftiyê de cîgirê serokê CHPê Bulent Tezcan ji ber gotinên xwe yên der heqê Erdogan de ku gotibû “faşîst dîktator” bi 30.000 lireyî hat mehkûmkirin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin