Heyder Ebadî pêswazî li Nêçîrvan Barzanî kir

Heyder Ebadî pêswazî li Nêçîrvan Barzanî kir

PeyamaKurd -  Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û aliyan gotûbêj li ser çend mijaran kirin.

Li gorî daxuyaniya ofîsa Heyder Ebadî, di civînê de ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên jî beşdar bû, Serokwezîrê Iraqê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa “rewşa siyasî û çend dosyayên hevbeş ên di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê de kirin.”

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, ku Heyder Ebadî û Nêçîrvan Barzanî “tekezî li ser giringiya berdewambûna pêwendiyan û diyalogê ji bo pêşxistina karê hevbeş ê niştimanî jî kirin, ji bo serkevtina li hember DAIŞê, di warê alîkariya hêzên ewlehiyê û pêşmerge de jî hevbîrî pêk hat.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin