PeyamaKurd - Serokwezîrê Kurdiastanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bexdayê li hev civiyan û li ser çend mijaran guftûgo kirin.
Serokwezîrê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesrê li bajarê Bexdaya paytexta Iraqê pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî kir.
Di civînê de rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya Iraqê, herwiha hemahengî û alîkariya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye, “bi mebesta rawestandin û jinavbirina şaneyên terorîstan gotûbêj hatine kirin.”
Di daxuyaniyê de ev jî hat destnîşankirin, herdu aliyan dubare kirin ku gotûbêj û danûstandinên di çarçoveya destûrê de dikarin kêşeyên hilawîstî çareser bikin, bi şêweyekî di berjewendiya hemû gelên Iraqê de be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin